Gelo nasnameya Narîn Guranê di kîs de hatiye dîtin?

02 October 2024 13:01 0 dîtin
Gelo nasnameya Narîn Guranê di kîs de hatiye dîtin?

PeyamaKurd – Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren, ragihand ku ne rast e nûçeya derbarê lêpirsîna kuştina Narîn Guranê de ku digot; “Nasnameya wê di kîs de hatiye dîtin”

Di çarçoveya lêpirsîna Narîn Guranê de (8) ku li gundê Çûlyê yê Diyarbekirê bi keviran li serê wê dabûn û di nav kîsekî de mirî hatibû dîtin, lêpirsîna tespîtkirina kujerên wê dewam dike. Her çiqas lêpirsîn bi nepenî tê kirin jî gelek caran agahî li çapemeniyê belav dibin ku gelek ji wan ne rast in. Derbarê vê yeke de serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren hişyariyeke nû da.

Diyar kir ku îdiaya wê nûçeyê ne rast e ku digot; “Nasnameya Narînê jî di kîs de hatiye dîtin” û amaje bi wê yekê kir ku îdiayên bi vî rengî yên ku ne rast in li gelek cihan tên belavkirin û tu fêdeyeke wan li  pêvajoya lêpirsînê çênabe.

Eren got, “Nasnameya Narînê ji aliyê birayê wê Baran ve radestî dozgerên lêpirsînê hatiye kirin ku şeva otopsiyê hatibû Saziya Tipa Edlî.”

 Bal kişand ser wê yekê ku eleqeya gel a bi dosyayê re ji bo pêvajoya lêpirsînê biqîmet e û xwest ku agahî û nûçeyên rast bên belavkirin.

Em pêvajoya lêpirsîna Narînê bi baldarî dişopînin. Komîsyona ku ji aliyê baroya me ve hatiye avakirin xebatên xwe bi kelecan didomîne.

Serokê Baroya Diyarbekirê, Nahît Eren derbarê vê mijarê de li ser hesabê xwe yê Xê ev agahî belav kirin:

“Em bi baldariyeke bi kitekit lêpirsîna Narînê dişopînin. Komîsyona ku ji baroya me pêk tê, xebatên xwe bi zîrekî didomîne..

Em ji bendewariya mafdar a raya giştî dizanin ku sûcdar demeke zû dê wergirin cezayê ku heq dikin. Tevî vê bendewariyê, em eleqeya raya giştî û çapemeniyê ya li ser dosyayê ji bo pêvajoya lêpirsînê pir biqîmet û girîng dibînin.

Lê belê, ez dixwazim vê jî bidim zanîn ku ev agahî û agahiyên bi vî rengî yên ku ne rast in û li gelek cihan tên belavkirin, wê tu fêdeyê li pêvajoya lêpirsînê nekin.

Nasnameya Narînê ji aliyê birayê wê Baran ve radestî dozgerên lêpirsînê hatiye kirin ku şeva otopsiyê hatibû Saziya Tipa Edlî. Wekî ku tê îdiakirin, ne di kîs de bû.

Car caran, hewce dike ku em dezenformasyonên mîna vê rast bikin ji bo ku agahdariyên rast peyda bikin.

Weke ku min berê jî diyar kiribû, em ê bi biryardarî  bêjin ‘Ji bo NARÎNê EDALET’ û têkoşîna wê bidomînin.”