ÎHD: Êrîsa Konyayê ya nijadperestî dijî nasnameya Kurd hatiye kirin

22 July 2021 14:23 0 dîtin
ÎHD: Êrîsa Konyayê ya nijadperestî dijî nasnameya Kurd hatiye kirin

PeyamaKurd - Şaxê Komeleya Mafê Mirovan a Diyarbekirê (ÎHD) derbarê êrîşa nijadperestî ya li Konyayê dijî malbata Kurd de ku kesekî bi navê Hakim Dal hatibû qetilkirin û êrîşên çend rojên dawî yên ser malbatên li bajarên Tirkiyê daxuyanî da.

ÎHDê di daxuyaniya nivîskî de li ser êrîşa li navçeya Meram a bajarê Konyayê destnîşan kir ku ew êrîş berhema zimanê nijadperst û cihêkariyê ye û li dijî nasnameya Kurdî pêk hatiye.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Me ji dîmen û nûçeyên di çapemenî û medyaya civakî de hatine belavkirin zanîn ku li dijî malbateke Kurd a li Konyayê êrîşek nijadî hatiye kirin. Di encamê de welatiyê Kurd ê bi navê Hakim Dal canê xwe ji dest da û endamên din ên malbatê birîndar bûn û li nexweşxaneyê têne dermankirin.”

ÎHDê bibîr xist ku ev heyameke li dijî Kurdan êrîşên nîjadperestî zêde bûne û herî dawî jî li êrîşên bi wî rengî li Konya, Afyon û Enqerê hatine encamdan û ne cara ewil e êrîşên wiha pêk tên.

Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin: “Ev êrîş berhema zimanê nijadperst û cihêkariyê ye û li dijî nasnameya Kurdî bûye.”Eger em bi kurtî behs bikin;  di êrîşa li Sakarya de, welatiyê bi navê Kadir Şakçî jiyana xwe ji dest da, kurê wî jî birîndar bû. Her li Sakarya di encama êrîşek din a nijadperestî de Sakirin Tosun jiyana xwe ji dest dabû.

Malbateke Kurd a ji Mêrdînê ku wekî karkerên çandiniyê dixebitîn rastî êrîşê hat, lêpîrsîna dijî bergumanan de  hatî destpêkirin bê encam ma û biryara neşopandinê hat dayîn. Dîsa meha borî, em bûn şahidê kuştina Deniz Poyraz a ji Rêxistina Parêzgeha HDP ya Îzmîrê. Em dibînin ku nîqaş û tevgerên cihêkar û marjînal berdewam in.  Divê bê diyarkirin ku ev êriş berhema zimanê cihêkar in. Divê zimanê cihêkar û polîtîkayên bêcezahiştinê bên terkkirin.”

ÎHDê dawiyê bal kişand ser ku bi tenê, di sala 2010an de 14 êrîşên nijadperestî hatine emcandan û di wan êrîşan de 7 kesan can daye û herî kêm 32 kes jî birîndar bûne.