Stenbol | Li dijî Cemxaneya ku alîkariyên erdhejê disand êrîsa çekdarî û nijadperestî
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 15ê Sibatê, xwebexşên ku li Cemxaneya navçeya Pendik a Stenbolê ya bi navê Şahkulu Sultan Dergahi, alîkariyên bo mexdûrên erdhejê bar dikirin, rastî êrîşeke çekdarî ya nijadperestî hatin.
Li gorî zanyariyan, rêveberên Cemxaneya Pendikê dema alîkariyên ku wê ji bo ziyanmendên erdhejê yên Mereşê bên şandin, li kamyonan bar dikirin, hejmarek kesan bi çekan êrîşî wan kir.
Hat zanîn ku kesekî bi navê Murat Edin ji lingê xwe birîndar bûye û êrîşkaran jî otomobîla ku pê hatine, piştî hilkirina plakeya wê li hewşa cemxaneyê hiştine û reviyane.
Li gorî rêveberên cemxaneyê, êrîşkaran gefên nijadperestî li dijî Elewiyan xwarine û herwiha bi gotinên wekî, “Em ê Stenbolê li ser we bicivînin, em ê we bikujin, em nahêlin hûn bijîn” jî ew tehdît kirine û piştre reviyane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin