Li dijî Kurdên Rojava, êrîsa nijadperestî!
PeyamaKurd- Kurdên Rojava yên ku ji ber şerê Sûriyê penaber bûne, li Yewnanîstanê bi êrîşeke nijadperestî re rû bi rû man.
Li gorî agahiyan, Kurdên ku ji ber şerê Sûriyê revîne, çûne li Yewnasîtanê, Girava Midilliyê û li wir di kampeke penaberan de dimînin. Birek Erebên nijadperest yên ji Sûriyê û ji Iraqê, êrîş birin ser vê kampê û bi dar û doqikên hesinî li penaberên Kurdan xistin. Di encamê de 4 Kurdên penaber hatin qetilkirin û gelek jî hatin birîndarkirin.
Di medyaya civakî de dîmenên êrîşê hatin weşandin. Lê belê balkêş e ku polîsên Yewnan mudaxeleyî bûyerê nedikirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin