Berdevkê Erdogan li ser êrîsa li dijî Rojava: Dibe ku di vê kêliyê de operasyonek were destpêkirin
PeyamaKurd – Berdevkê Serokkomarê Tirkiyê Îbrahîm Kalin, li ser êrîşa li dijî Rojavayê Kurdistanê diyar kir: “Dibe ku di vê kêliyê de operasyonek were destpêkirin.”
Berdevkê Serokkomarê Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin di hevpeyvîneke xwe ya bi Bloombergê de têkildarî êrîşeke gengaz a li dijî Rojavayê Kurdistanê de axivî û eşkere kir, geşedanên li qadê ne li gorî daxwaza wan pêş dikevin û wiha got: “Em li Idlibê nêzî 4 milyon kesan diparêzin. Li hêla din jî li dijî gefa terorê têdikoşin. Lewma Serokkomarê me got ku dibe di kêliyê de operasyonek were destpêkirin. Ji bo vê jî em ê ji kesekî destûrê nexwazin. Di çarçoveya xetereyên ewlekariyê de dibe ku em di kêliyê de operasyonekê bidin destpêkirin.”
Herwiha Kalin di peyama xwe ya sersaxiyê ya CENTCOMê ya ji bo fermandara HSDê ranegirt û bertek nîşanî wê da.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin