Nêçîrvan Barzanî: Ev qirkirina nijadperestî ya li dijî Kurdên Feylî bû
PeyamaKurd – Nêçîrvan Barzanî diyar kir, beriya 43 salan Kurdên Feylî ji aliyê etnîkî ve hatin paqijkirin û bi deh hezaran mirovên bêguneh hatin wendakirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya bi boneya salvegera jenosîda ku 43 sal berê li dijî Kurdên Feylî hatiye kirin de, qurbaniyên wê komkujiyê bi bîr anî.
Nêçîrvan Barzanî got, “Ev qirkirina nijadperestî ya li dijî Kurdên Feylî bû” û da zanîn:
“Bi deh hezaran welatiyên bêguneh hatin wendakirin, bi sed hezaran jî hatin sirgûnkirin, mal û milkên wan hatin desteserkirin, nasnameyên wan hatin desteserkirin. Sedem jî ew bû ku ew tenê Kurd bûn, parastina nasnameya xwe û mafên rewa yên neteweya xwe dikirin.
Pejirandina vê tawanê wek jenosîd ji aliyê dadgeha bilind a tawanên Iraqê ve, berpirsiyariyeke yasayî û mirovî li ser hikûmet û dewleta Iraqê ferz dike ku qerebûkirina qurbaniyan bide. Bi vê minasebetê em bang li hikûmeta federal a Iraqê dikin ku erka xwe ya di derbarê tazmînatê de cîbicî bike û hemû mafên medenî û madî yên Kurdên Feylî vegerîne.”
Di dawiya peyama xwe de, Nêçîrvan Barzanî kesên ku di jenosîdê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û got, Kurdên Feylî serbilindiya gelê me ne û her dem wê bên bîranîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin