Nêçîrvan Barzanî bo Roja Cîhanî ya Têkosîna li Dijî Tundiya li ser Jinan peyamek belav kir
PeyamaKurd – Bo Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek belav kir û piştevaniya xwe ji bo mafê jinan û nehîştina tundûtûjiyê anî ziman.
Nêçîrvan Barzanî di beşekê ji peyama xwe de got: ‘‘Tundutûjî, pirsa mafê mirov û hemû civakê ye. Pêwîst e zilam roleke çalaktir bibînin, beşeke mezina çareseriyê bin û rola wan li nehiştina tundiyê da hebe.’’
Peyama Serokê Herêma Kurdistanê wiha ye:
Di salvegera Roja Cîhanî ya Nehiştina tundiya Dijî Jinan de, tekez li ser berdewamiya piştgîriya li mafên wan û hewl û karê berdewam ya ji bo nehiştina tundiya dijî jinan dikin. Kurdistan jî wekî hemû cîhanê ji ber virusa Korona, li qonaxeke gelek dijwar de derbas dibe. Jin li mal û nexweşxane û damezraweyên tendirustî û perwerdeyiyan, erkekî giran ketiye stuyê wan.
Jin ji bo perwerdeya zarok û parastina welatiyan û rêgiriya li belavbûna pejikê û çareserkirina nexweşan li bereya pêş ya xebatê bûn. Destxweşiyê li perestar û pizîşk û karker û karmendên tevahiya saziyên tendirustî û perwerdeyiyên Kurdistanê û spasî erk û keda wan dikim.
Qeyrana aborî û darayî pejika kovid -19, li gel aloziyên siyasî, destkeftên jinan dixine metirsiyê, lê belê jinên Kurdistanê piştrast dikîn ku li gel aliyên peywendîdarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar dikîn ji bo parastina destkeftên wan û nehiştina tundiyê û mîsogerkirina dadweriya civakî. Li her cîh û astek de bê, rûbirûbûna gêçel û destdirêjiya li ser jinan dibin.
Tundutûjî, pirsa mafê mirov û hemû civakê ye. Pêwîst e zilam roleke çalaktir bibînin, beşeke mezina çareseriyê bin û rola wan li nehiştina tundiyê da hebe. Dema karantîne û virusa Korona, ji bo zilaman bûye cihê hişyarî û bi xwedaçûnê ku navmalê tenê cihê mayinê nîne, belkû cihê kar û hevkarî û bicîhanîna erkên me ye jî beramber dayik û xûşk û hevjîn û perwerdeya zarokên me.
Em li Serokayetiya Herêma Kurdistanê hemahengî û hevkariyê li gel Hikûmetê dikin ji bo parastina mafên jinan û rûbirûbûna tundiya li ser bingeha cênder, her wiha hana civaka navdewletî didin ku ji bo vê pirse bi gur û tîneke zêdetir piştgîriyê li saziyên Herêma Kurdistanê bikin. Jinan piştrast dikîn ku hevkarî û hemahengiya me ji bo gihîştina encamên baştir berdewam dibe.
Hêvîdar im çalakî û karên we tenê li nava van şanzdeh rojan da nemênin, belkû em hemû pêkve bi jin û zilaman ve rojane kar ji bo nehiştina tundiyê û pêkanîna armancên xwe yên ji bo aştî û wekhevî û dadweriyê bikîn.
Hêviya serkeftin û tendirûstiyê ji bo hemû aliyek dixwazim.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
25.11.2020

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin