Di çiyayê Popocatepetl de di 24 seetan de 9 car teqîn çêbû

23 April 2023 01:38 0 dîtin
Di çiyayê Popocatepetl de di 24 seetan de 9 car teqîn çêbû

PeyamaKurd – Li welatê Meksîkayê di çiyayê volkanîk yê bi navê Popocatepetî de, di nav 24 seetan de 9 cara teqîna volkanîk çêbû. Ji serê salê heya niha 376 teqîn di çiya de çêbûye. Di dema hinek teqînan de xaz û xwelî ji devê çiya dertên û bi bandora bayê bi ser hinek jîngehan de diçe.

Rayedarên pêwendîdar xelkê wan jîngehan hişyar dikin ku li gor tevgera çiya li xwe miqatebin.

Çiya bi temamî volkanîke û di sala 2022an de jî 113 teqîn tê de çêbûye.