Di dawiya meha adarê de li Dêrsimê berf bariya

25 March 2023 20:43 0 dîtin
Di dawiya meha adarê de li Dêrsimê berf bariya

PeyamaKurd – Di dawiya meha adarê de li bajarê Dêrsim a bakûrê Kurdistanê berf bariya. Rêya di navbera navça Pulumura Dêrismê û bajarê Ezirganê carna ji berfê têgirtin lê tîmên vekirina rêyên bejayiyê rê ji berfê paqij dikin. Tevî vekirina rê jî gelek caran erebe di rê de dimînin. Ji ber wê jî divê ajotvan bi xwe re zincîra dolabên erebê bigerînin.

Li Dêrsimê li navçên Pulumur, Hozat, Ovacık û Nazimiyê, li deverên wan yên nizim baran û li bilindahiya wan berf dibare.