Li bajarê Wanê di meha Adarê de berf dibare
PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Wanê di meha Adarê de vê serê siba ewilî baran û paşî berf destpêkir. Ji ber li bajarê Wanê îsal baran hindik bariya û talûka hişkesaliyê hebû, xelkê bi baranê dilxweş bû.
Barana ku ber destê siba destpêkir, ber destê êvarê ciyê xwe ji berfê re hişt û nava bajêr ji berfê sipî bû.
Li gor rayedarên kêş û hewayê yên meterolojiya Wanê; wê heya sibê berf û baran bibare û bi taybetî li ciyê bilind wê berfa zêde bibare. Berfa bibare wê ji bo havînê bibe berekata av û kaniyan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin