Li bajarê Wanê berfê rêya 138 jîngehan girt

18 December 2023 22:32 0 dîtin
Li bajarê Wanê berfê rêya 138 jîngehan girt

PeyamaKurd – Li bajarê Wanê ji ber barîna berfê ku ji duhî bi şev de dibare, rêya 138 jîngehan girt. Ragihandin ji terefê şaredariya mezin ya Wanê de hat kirin.

Tîmên şaredariyê yên vekirina rê ji berfê, ji bo rêyên jîngehan vekin dest bi xebatê kirin. Li nav bajêr jî dest bi paqijkirina kuçe û kolanan ya ji berfê dest pêkir.

Rêya navbera Çildêran û Bazîdê devera Çiyayê Tendûrekê di şeva borî de ji ber berfê hatibû girtin lê serê siba îro ew rê hat vekirin.