Li ser rêya navbera Wanê û Miksê ji ber berfê û bahozê gelek erebe di rê de man

19 October 2023 21:59 0 dîtin
Li ser rêya navbera Wanê û Miksê ji ber berfê û bahozê gelek erebe di rê de man

PeyamaKurd – Li ser rêya navbera bajarê Wanê û navça wê Miksê (Bahçesaray) gelek berf bariya û bahoz rabû an ku bamişta çêdibe bandorê li çûn û hata erebeyan dike.

Li ser talûka girtina rê, tîmên bejahiyê yên rê ji bo rê ji berfê girtî nemîne dest bi xebata xwe kirine û destekê didin erebeyên ku di rê de dimînin. 2 roje ku li bajêr baran dibare û li ciyên bilind jî berf dibare.

Di navbera bajarê Wanê û Hakkariyê de, li buhira ku bilindahiya wê 2.225 metreye, bi sedema mijê mesafa dîtinê ket û asayîş bi kontrol rê dide erebeyan.

Li ser rêya navça Miksê, li buhira Garabêt ku bilindahiya wê 3 hezar metreye, ji berfê sipî bû û erebeyên ku zincîrên xwe bi xwe re nebiribûn, di rê de man.