Rêya navbera Diyarbekir û Rihayê ji berfê hat girtin

04 February 2023 18:30 0 dîtin
Rêya navbera Diyarbekir û Rihayê ji berfê hat girtin

PeyamaKurd – Barîna berfa zêde gelek fêde dide çandiniyê û tenduristiya xelkê li aliyê dinê jiyanê jî asteng dike. Îro bi sedema barîna berfê, rêya ku rojhilat û rojavayê başûrê Kurdistana bakûr bi hev ve girêdide ya navbera bajarên Diyarbekir û Rihayê ji çûnûhatê re hat girtin.

Îro ber destê sibê barîna berfê destpêkir û heya niha dewam dike. Tîmên şaredariya mezin ya Diyarebekirê û rêvebiriya taybet ya bajêr ji bo vekirina rê ji berfê xebatên xwe dewam dikin. Şaredariya mezin ya bajarê Diyarbekirê di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku rêya navbera her dû bajaran hatiye girtin, di rêyan de hem berf heye û hem bamişt heye. Bin berfê cemede û divê ajotvan li gor rewşê hesabê xwe bikin.

Berf ne tenê li Diyarbekir û Rihayê rêyan girtiye her weha li bajarên Xarpêtê, Şirnexê, Batmanê, Mêrdînê û Çapaqçûrê rêyên 430 jîngehan hatine girtin.

Xebatên vekirina rê dewam dikin.