Li Diyarbekir avahiyeke bi xisar qulibî: Rêya navbera Diyarbekir û Rihayê hat girtin

13 February 2023 20:03 0 dîtin
Li Diyarbekir avahiyeke bi xisar qulibî: Rêya navbera Diyarbekir û Rihayê hat girtin

PeyamaKurd – Îro 13ê Sibatê danê êvarê avahiyeke ku di erdhejên mezin ên Mereşê de, xisar tê de çêbûbû bi ser rê de qulibî.

Li gorî zanyariyên destpêkê ew avahî piştî erdheja 6ê Sibatê hatibû valakirin.

Avahiya ku ji kêlekê ve qulibû ye, li kêleka navenda firoşgehê Nînovayê ye ku ew jî li ser rêya Rihayê ye.

Piştî qulibîna avahiyê, tîmên hawarê çûne cihê bûyerê û rêya diçe Diyarbekir-Rihayê jî hatiye girtin. Herwiha dikan û avahiyên derdorê jî têne valakirin.

Di encama erdhejê de li Diyarbekirê heta niha bi qasî 50 avahî hilweşiyane, li gorî amarên dawî 344 kesan can daye û nêzî hezar kes jî birîndar bûne.