Diyarbekir | Amarên avahiyên xisardîtî û yên bilez bên hilwesandin hatin eskere kirin

28 February 2023 20:00 0 dîtin
Diyarbekir | Amarên avahiyên xisardîtî û yên bilez bên hilwesandin hatin eskere kirin

PeyamaKurd - Platforma Hevgirtin û Parastina Bajar a Diyarbekirê ku ligel tîmên Wezareta Jîngeh Bajarvanî û Guherîna Keşûhewayê ya Tirkiyê, piştî erdheja 6ê Sibatê li Diyarbekirê beşdarî karûbarên diyarkirina zirar û ziyanên avahiyên li bajêr bûye, amarên dawî yên xisarên gihîştine avahiyan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî belav kir.

Platformê ragihand, li Diyarbekirê 22 avahî ruxiyane, 57 avahî divê bilez bên hilweşandin û ziyaneke mezin li ser 2 hezar û 295 avahiyan çêbûye ku 2 hezar û 236 avahî xwedî xisara navincî ne.

Platforma Hevgirtin û Parastina Bajar eşkere kir, li bajêr 25 hezar û 193 avahiyan jî xisareke kêm dîtine û hîn 2 hezar û 769 avahî jî nehatine kontrol kirin.

Herwiha 8 hezar û 1 avahî li derveyî proseya nirxandinê hatine hiştin û li ser 72 hezar û 229 avahîyên hatine kontrolkirin jî ti xisarek nehatiye tomarkirin.