Neteweyên Yekbûyî amarên avahiyên hatine wêrankirin parve kir

22 August 2024 19:39 0 dîtin
Neteweyên Yekbûyî amarên avahiyên hatine wêrankirin parve kir

PeyamaKurd - Ofîsa Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) amarên avahiyên di êrîşên Îsraîlê de, ji Cotmeha 2023yan ve li devera Difa Xerbiye ya Xezayê hatine wêrankirin eşkere kir.

Di rapora nivîsgeha NY de hatiye ragiihandin ku ji 7ê Cotmeha 2023yan ve, zêdetirî hezar û 175 malên filistîniyan wêran bûne.

Hate diyarkirin ku di encamê de 3 hezar û 100 filistînî koçber bûne ku zêdetirî nîvê wan di êrîşan de ji bajarê Jenîn, Tolkerem û kampên dora wê koçber bûne.

Dîsa hezar filistînî jî ji ber ku ruxseta avakirinê li cem wan tune ye, koçber bûne û 159 filistînî jî ji ber "hilweşandina cezakirî" koçber bûne.

Li gorî raporê piştî 7ê Cotmehê 600 malên niştecihbûnê û zêdetirî 300 navendên çandiniyê hatine hilweşandin.

Herwiha zêdetirî 100 navendên avê, kanalîzasyon û paqijiyê, 200 navendên ku xwediyên wan debara xwe pê dikirin û 100 binesazî û avahî hatine hilweşandin.