Neteweyên Yekbûyî: Ji meha Kanûnê ve piraniya wan jin 106 kes li Kampa Holê hatine kustin

29 June 2022 20:13 0 dîtin
Neteweyên Yekbûyî: Ji meha Kanûnê ve piraniya wan jin 106 kes li Kampa Holê hatine kustin

PeyamaKurd - Neteweyên Yekbûyî (NY) di raporeke xwe de eşkere kir, di nav 18 mehên borî de zêdetirî 100 kes li nav Kampa Holê ya Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê hatine kuştin ku bi hezaran malbatên DAIŞê tê de dimînin.

Koordînatorê Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê Imran Riza da xuyakirin, ji destpêka sala borî ve 106 kes li Kampa Holê hatine kuştin û kamp her ku diçe xeternaktir dibe û bang li welatan kir welatiyên xwe yên di kampê de vegerînin.

Imran Riza roja Sêşemê li Cenevê ji rojnamevanan re ragihand, ji sedî 94ê kesên di kampê de jin û zarok in û wiha axivî: “Ew cihekî pir ne xweş e û her ku diçe ne ewletir dibe.. Di Kampa Holê de 106 kes ji Kanûna sala borî ve hatine kuştin ku gelek ji wan jin in.”

Riza got, 27,000 Iraqî, 18,000 heta 19,000 Sûrî û 12,000 kesên ji welatên din li Kampa Holê hene û Neteweyên Yekbûyî hemû welatan teşwîq dike ku dest bi vegerandina welatiyên xwe bikin.

Hêjayî Kampa Holê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve tê birêvebirin û diviyabû kampeke demkî bûya lê ji ber amadenebûna welatan ji bo vegerandina welatiyên xwe, kamp bûye barekî demdirêj li ser milê HSD û Rêveberiya Xweser.