Neteweyên Yekbûyî 27ê Kanûnê wek Roja Pandemiyê ragihand

08 December 2020 22:01 0 dîtin
Neteweyên Yekbûyî 27ê Kanûnê wek Roja Pandemiyê ragihand

PeyamaKurd – Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) 27ê Kanûnê wekî ‘Roja Amadebûna ji Pandemiyê re’ ragihand.

Pandemiya vîrûsa koronayê li bajarê Wuhan ê Çînê Kanûna sala 2019an derketibû holê û heta niha bêhtirî 68 milyon kes li seranserê cîhanê pê ketine û milyonek û 155 hezar zêdetir kes jî pê mirine.

Di civîna Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) de, projeyasaya pêwîstiya amadebûna ji pandemiyan re hat pesendkirin û Roja 27ê Kanûnê jî wekî Roja Amadebûna ji Pandemiyan re hat ragihandin.