Li Diyarbekir, Entab û Rihayê ji ber avahiyên roxandî 45 kes hatin binçavkirin

11 February 2023 22:11 0 dîtin
Li Diyarbekir, Entab û Rihayê ji ber avahiyên roxandî 45 kes hatin binçavkirin

PeyamaKurd – Li bajarê Entabê muteahidê ku sîta Ayşe Mehmet Polat çêkiriye û mesûlê wê yê fennî Mehmet Ertan Akay e, li Îstenbolê xistin binçav. Li bajarê Rihayê 11 û li Diyarbekirê biryara 33 kesan hat dayîn. Akayê ku li Îstenbolê hat girtin wê bibin bajarê Entabê.

Li bajarê Rihayê li ser apartmana bi navê Osman Ağan ku tê de 33 kes mirin, di derbarê wê de lêpirsîn ji aliyê serdozgeriya Rihayê de hat despêkirin. Ji kolonên apartmanê nûmûneyên karotê girtin û dîtin ku di avahiyê de qûsûrên alavan heye.

Li Diyarbekirê jî biryara binçavkirina 33 kesan hat dayîn.