Diyarbekir | Avahiya xisarmenda erdhejê, bi ser restoranê de hat hilwesandin!

04 February 2024 16:12 0 dîtin
Diyarbekir | Avahiya xisarmenda erdhejê, bi ser restoranê de hat hilwesandin!

PeyamaKurd – Hilweşandina avahiyên xisarmendên erdheja 6ê Sibata 2023yan, Diyarbekirê jî dewam dikin. Lê belê kompaniyên karê hilweşandina wan avahiyan dikin gelek caran dibin sedema mexdûriyetên nû. Yek ji wan bûyeran jî li Diyarbekirê rû da û avahiya xisarmenda erdhejê dema dihat xerakirin, bi ser restoranekê de ket û xisar û ziyaneke mezin li ser restoranê çêbû.

Dema hilweşandina avahiya li navçeya Sûrê ya Diyarbekirê ku li ser kolana Înonu ye, di roja duyem a xebatên hilweşandinê de, doh avahiya dihat hilweşandin bi ser restorana ‘Hasankeyf Lokantasi’ de ket û êdî restoran nayê bikaranîn.

Bûne sedema mexdûrîyeteke din

Şahidên bûyerê ji PeyamaKurd re gotin ku ji ber tedbîrên pêwîst nehatine wergirtin, avahî bi ser restoranê de hilweşiyaye.

Esnaf Hacı O. ji PeyamaKurd re diyar kir ku dema hilweşandina avahiya xisarmend tedbîrên pêwîst nehatibûn wergirtin û ji ber wê jî niha li vê derê mînakek din mexdûriyetê derkete holê û wekî encam restoran talan bû.

Haci O got, “Hem hildiweşînî hem jî li cihê bê xisar mala esnafan xera dikî. Ev mirov jî ji xwe wekî me mexdûrên erdhejê ne, we mexdûriyeteke nû li ya wan zêde kir. Hefy e.”

Restorana Hasankeyf ji Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî re alîkariyê kiribû

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) ku dema erdhejên Mereşê yên 6ê Sibata 2023yan, li herêma erdhejê beriya her kesî dest bi alîkariyan kiribû, li Diyarbekirê jî zêdetirî mehekê mabû.

BCFê dema mayîna xwe ya li Diyarbekirê, ji Restorana Hasankeyfê alîkarî standibû û bi rêya wê rojane heta zêdetirî mehekê, xwarin li xelkê belav dikir.

Restorona navborî, ji bilî alîkariya BCFê jî bi awayekî xwebexşî pêdiviyên mexdûrên erdhejê dabîn kiribûn.

Piştî bûyerê êdî Restorana Hasankeyf nikare li cihê xwe kar bike û hemû eşyayên wê di nav toz û xirbeya avahiya hilweşandî de man.