Li Meletî avahiya di erdhejê de xisar dîtibû hilwesiya

08 March 2023 20:26 0 dîtin
Li Meletî avahiya di erdhejê de xisar dîtibû hilwesiya

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 8ê Adarê li bajarê Meletî yê Bakurê Kurdistanê avahiyeke 5 qatî ya ku di dema erdhejên 6ê Sibatê de ziyand dîtibû ji nişkave hilweşiya.

Hat zanîn ku li taxa Mustafapaşa ya bajarê Meletiyê ku di erdhejên 6ê Sibatê yên Mereşê de ziyaneke mezin dîtiye, avahiyeke 5 qatî ya xisar li ser çêbûbû ji nişka ve ket.

Li derdora avahiyê tedbîrên ewlehiyê hatine wergirtin û tîmên AFADê dest bi xebatên lêgerîn û rizgarkirinê kirine. Hîn diyar nebûye bê di bin kavilên avahiyê de kesek maye yan na.