Tîma Îngîlîz ya erdhejê sedemên xerabûna avahiyan vedikole

15 March 2023 00:36 0 dîtin
Tîma Îngîlîz ya erdhejê sedemên xerabûna avahiyan vedikole

PeyamaKurd – Endazyar û zanyarên Îngîlîz li ser sedem û xesarên erdheja ku navenda wê Maraş bû dixebitin. Di lêkolînên ewilî de endazyar balê dikşînin ser xetayên teknîkî yên avahiyan û alavên ku di wan de hatine bikaranîn.

Qûma behrê, qûma çeman, hesinên zengarî sedemên roxandina avahiyane. Li gor profesor Emily So; sedema hilweşîna avahiyan ji ber xetayên çêkirina avahiyane. Xetayên navborî, hesinên hilû yên ne bi niçik, betona xerab û di nav de kevirên ku ji çeman derxistine hene û sîstema îzola erdhejê tineye.

Li aliyê dinê avahiyên ku ji erdhejê zerarê nedîne li ser wan lêkolîn tên kirin. Di lêkolînan de tê dîtin ku avahiyên nûh saxlem nemane. Di xebatên ewilî yên profesoran de, şertên taybet yên erdhejê û zemînê dertê pêş. Li gor pisporan; şilbûna zemînêyê ku dibe weka herî û ya duyem di erdhejê de hem berwar û hem ber bi jorê de tevger heye. Li gor pisporan; her dû tevger di erdhejê de xwuya nakin û zerarê zêde dane avahiyan.

Pisporên Îngîlîzan wê temamê nîşaneyan bidin hev û ragihînin. Di encamê de wê dersên ji erdhejên dawiyê bên derxistin deynin ortê.