Hikûmeta Kurdistanê spasiya Tîma Hawarçûna Erdhejê kir

28 February 2023 20:31 0 dîtin
Hikûmeta Kurdistanê spasiya Tîma Hawarçûna Erdhejê kir

PeyamaKurd - Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, li ser navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel tîma hewarçûnê ya erdheja Tirkiye û Bakurê Kurdistanê civiya û spasiya wan kir.

Berdevkê Berevaniya Şaristaniya Hewlêrê Muqadem Serkewt Kareş, îro 28ê Sibatê di civîneke rojnamevanî de ragihand: “Îro ligel birêz Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê em civiyan, armanca civînê hem spasîkirina hewldanên me yên hewkariya erdheja Tirkiyê, hem jî ji bo eger û pêşhateyên Kurdistanê jî di demên bûyerên xwezayî de hate behs kirin.”

Berdevkê Berevaniya Şaristaniya Hewlêrê got: “Em helsengandina seranserî ji bo temamî avahiyên Kurdistanê dikin û rûpîvana giştî ji bo aliyên selametiyê dê bê kirin.”