Hikûmeta Îtilafa Sûriyê spasiya hawarçûn û alîkariyên Herêma Kurdistanê kir

19 February 2023 16:56 0 dîtin
Hikûmeta Îtilafa Sûriyê spasiya hawarçûn û alîkariyên Herêma Kurdistanê kir

PeyamaKurd - Wezîrê Aboriyê di Hikûmeta Demkî ya Opozîsyona Sûriyê de spasiya gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku ji rojên destpêkê ve bi hawara ziyandîtiyên erdheja bakurê Sûriyê ve hatiye.

Wezîrê Aboriyê di Hikûmeta Demkî ya Opozîsyona Sûriyê de Ebdulhekîm El-Misrî, spasiya gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo hawarhatin û şandina alîkarîyan bo herêmên erdhej lê rû dane kir û got: “Şeva borî me karwaneke alîkariyan ji Herêma Kurdistanê wergirt, bi navê Hikûmeta Demkî û gelê Sûriyê em spasiya gel û hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku ji destpêkê ve piştevaniya ziyandîtiyên erdhejê li bakurê Sûriyê kirin.”

El Misrî da zanîn: “Herêma Kurdistanê yekem alî bû ku alîkarî ji ziyandîtiyên erdhejê li Bakurê Sûriyê re şandin. Ji ber bersivdana wan a bilez spasiya wan dikim. Em pêşketin, geşepêdan û aramiyê ji Kurdistanê re hêvî dikin, wan  alîkariya me kir, moralên me bilind kirin û êş û azarên me me sivik kirin.”

Hikûmeta demkî ya opozîsyona Sûriyê (Îtilaf), ji sala 2013an ve ji aliyê komên opozîsyon û Hevpeymaniya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê (Îtîlafê) ve hatiye damezrandin ku saziyên vê hikûmetê li bakurê Sûriyê û herêmên Rojavayê Kurdistanê yên ji aliyê Tirkiyê û komên çekdar ve hatine dagîrkirin hene.