Hikûmeta demkî ya Sûriyê spasiya 8 welatan kir

12 December 2024 17:24 0 dîtin
Hikûmeta demkî ya Sûriyê spasiya 8 welatan kir

PeyamaKurd - Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ku bi pêşengiya HTŞê piştî ruxandina rejîma Beas hatiye ragihandin, spasiya 8 welatan kir ku ji nû ve dest bi karûbarên xwe yên dîplomatîk li Şamê kirine.

Wezareta Ragiandinê ya Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê îro 12ê Kanûnê ragihand, ew spasiya xwe li welatên Misir, Iraq, Siûdî, Îmarata Erebî, Urdin, Behreyn, Uman û Îtalyayê dikin, ji ber ku ji nû ve dest bi karûbarên xwe yên dîplomatîk li Sûriyeyê kirine.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em careke din tekez dikin ku Qeter û Tirkiye dê rasterast balyozxaneyên xwe li Sûriyeyê vekin.”

Hate diyarkirin: “Gelê Sûriyeyê vê piştevaniyê ji bîr nake û em hemû hêvî dikin ku bi hemû welatên ku rêzê li îradeya gel, serweriya dewleta Sûriyeyê û yekparçeyiya wê digirin, pêwendiyên baş deynin.”

Balyozxaneya Sûriyeyê li Bexdayê jî piştî du rojan ji rûxandina rêjîma Beşar Esed di 8ê Kanûna 2024an de, ala nû ya Sûriyeyê bilind kiribû, wek nîşana guhertina dîmena siyasî li Sûriyeyê.

Opozîsyona Sûriyê ya bi pêşengiya Heyet Tehrîr Şamê wek serokwezîrê demkî Sûriyeyê Mihemed El-Beşîr destnîşan kiriye ku wê erka wî heta Adara 2025an berdewam bike.