Polîsê Tîma Holandî: Vegera ji herêma erdhejê bi min xerîb tê
PeyamaKurd – Tîma hawarçûn û rizgarkirinê ya Holandayê USAR ku roja duyem gihîştibû herêma erdhejên Mereşê, dema vegeriya welatê xwe li Balafirgeha Leşkerî ya Eindhovenê hat pêşwazîkirin ku gelek welatiyên ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêşwazîya wan kirin.
Efserê Holandî yê Serokê Tîma Holandî ku birêvebirina 91 tîmên rizgarkirinê yên navnetewî li herêma erdhejê kiriye Marco Gaebler, dema vegeriya Holandayê ji medyayê re gotiye, di xebatên enqazan de di biryardanê de gelek zehmetî kişandiye û diyar kiriye, tevî ku di bin kavilan de kesên sax hebûn jî ew neçar maye fermanê bide tîmên rizgarkirinê ku derbasî kavilên din bibin.
Li gorî nûçeya BBCyê Gaebler gotiye, "Ez ne Pilatûsê ku bikarim biryara mirin û jiyînê bidim, lê ez ew kes im ku dixwazim çiqas bikarim zêdetir qurbaniyan rizgar bikim.”
Di tîma rizgarkirinê ya Holandî de, polîsê berpirsê sêyên rizgarkirinê Laura Postma jî gotiye, gelek bi wî xerîb hatiye ku wan wisa herêma erdhejê berdane û vegeriyane welatê xwe.
Serokê USARê Job Kramer, diyar kiriye ku hîn gelek karê ku li herêma erdhejê bê kirin heye û wan ji ber bandora hestiyarîbûnê nekariye zêdetir kesan rizgar bikin.
Kramer gotiye, “Me çi ji destê me hat zêdetir jî kir. Xebateke giran lê serkeftî bû.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin