Tîma alîkariyê ya Herêma Kurdistanê heta ku pêwîstî pê hebe wê li Bakur be
PeyamaKurd - Berpirsê Daîreya Têkiliyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî li ser tîma alîkariyê ya ku ji bo erdhejê şandine Bakurê Kurdistanê got, çiqas hewce bike ew ê li wir bimînin û diyar kir: “Çi ji destê me bê em amade ne bikin, ev mijareke mirovî ye”.
Dizeyî li ser navê gel û hikûmeta Hikûmeta Herêma Kurdistanê sersaxî da gelê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê û got: “Rehma Xwedê li miriyan be, Xwedê şifayê bide birîndaran”.
Ji bo ekîba alîkariyê ya ku bo Bakurê Kurdistanê hatiye şandin Dizeyî da zanîn: “Bi telîmata Birêz Serokwezîrê me Mesrûr Barzanî amadehî hat kirin. Alîkariya tibî, mirovî û tîma lêgerînê ji Xabûrê bi rê ket”.
Dizeyî diyar kir: “Tîma bi qasî 150 kesî pêk tê li Îslahiyeya navçeya Dîlokê ye. Hem lêgerînê dikin û hem jî xizmeta tenduristiyê didin. Weqfa Alîkariyê ya Barzanî jî li wir piştgiriya alîkariyê dike”.
Dizeyî eşkere kir, tîma ku wan şandiye ji 35 ambulans û 55-60 wesayîtan pêk tê, çiqas hewce bike wê li wir bimîne û destnîşan kir: “Çi ji destê me bê em amade ne bikin, ev mijareke mirovî ye”.
Herwiha Dizeyî got ku niyeta wan heye ew ji bo Efrînê jî alîkariyê bişînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin