Tîma ji Herêma Kurdistanê ji bo alîkariyê çûbû herêmên erdhejê vedigere

18 February 2023 14:30 0 dîtin
Tîma ji Herêma Kurdistanê ji bo alîkariyê çûbû herêmên erdhejê vedigere

PeyamaKurd – Hat ragihandin, tîma ji Herêma Kurdistanê ji bo alîkariyê çûbû herêmên erdhejê yên Bakurê Kurdistanê vedigere.

Li gor hat diyarkirin, AFAD û UMKE bi tîma Herêma Kurdistanê re hevdîtin kirine û spasiyên xwe anîn ziman û gotin, ji niha û pê ve xebatên li herêmê, wê bi tîmên ji Tirkiyeyê re berdewam bikin.

Berpirsê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî yê li bajarê Îslahiyeyê Berhem Hesen Salih ji Rûdawê re daye zanîn, “Rayedarên UMKE û AFADê hatin cem me. spasiya me kirin û gotin `we hevkariyeke gelek zêde gihandiye me, lê êdî tîmên me ji Samsûn, Îzmîr û hemû bajarên di hatine li cihên erdhejê bicih bûne, êdî pêwîstî nemaye hûn dikarin biçin.”

Herwiha Salih eşkere kir, wê îro hemû teçhizat û malzemeyên xwe bidin hev beşek ji wan tînin Rihayê, beşeke din jî li cihên din kom dikin û wê sihehê jî vegerin Herêma Kurdistanê.