Li ser rêya Diyarbekir-Çewlikê di qezayê de 10 kes û li Marasê 7 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li ser rêya Diyarbekir- Çewlikê li Deşta Fîsê ereba bazirganî ji kontrola ajotvan derket û wergeriya. 4 ji wan zarok 10 kes birîndar bûn.
Tîmên tendursitiyê û polîsan birîndaran birin nexweşxana dewletê ya Karazê (Kocaköy), nexweşxana fakulta tibê ya Diyarbekirê û nexweşxana Selahaddînî Eyyubî ya Diyarbekirê.
Li bajarê Maraşê li navça Onikişubatê qezayekî zincîre çêbû û 9 erebe li hev ketin. Di qezayê de 7 kes birîndar bûn. Çûnûhata deverê ji bo demekî rawestiya.
Polîs, îtfaiye û tîmên tenduristiyê kesên di ereban de asê mabûn derxistin û wan birin nexweşxanê herêmê.
Bi rakirina erebên ku di qezayê de li hev ketibûn û rê xetimî bû, çûnûhat normal bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin