Li Çewlikê 16 kes bi jehra xazê ketin, 9 ji wan sandin Diyarbekirê

12 January 2024 23:45 0 dîtin
Li Çewlikê 16 kes bi jehra xazê ketin, 9 ji wan sandin Diyarbekirê

PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Çewlikê (Bingol) li xwaringehekî bi sedema xazê 16 kes bi jehra xazê ketin. Ji 16 kesan 9an şandin nexweşxanên bajarê Diyarbekirê. Xwaringeh li sîta sanayiyê xizmetê dike.

Li ser bûyerê parêzgerê Çewlikê Ahmet Hamdi Usta seredana nexweşxanê kir û agahiyan ji pêwendîdaran sitend. Usta got:

“16 kes bi jehra xazê ketine û me 9 ji wan şandiye nexweşxanên Diyarbekirê. Di xwaringehekî me de ji ber xaz di lûleyan de deketiye derve û bûye qaçax, bûye sedema jehrê. 7 hemwelatiyên mayî li nexweşxana dewletê ya Bîngolê tedawî dibin. Başe heya niha kes ji ber xazê can nedaye.”