Li Çewlikê kamyonet û otomobil li hev ketin: 1 mirî û 6 birîndar hene
PeyamaKurd – Li Çewlik û dora wê gelek berf bariyaye ji ber berfê gelek kes qeza dike. Îşev car din li navça Kanîreş a Çewlikê kamyonetekî û otomobîlekî li hev ketin, di encamê de kesekî mir û 6 kes birîndar bûn.
Qeza ber destê êvarê li ser rêya Kanîreşê-Erzeromê li dora gundê Çatakê çêbû. Di rê de hem berf dibariya û hem bahoz hebû. Di encamê de jina di otomobîlê de ya bi navê C.Ö. (47) can da. Y.İ.Ö. (11), M.Ö. (54), İ.Ö. (38), R.Ö. (27), S.Y. (51) û M.M.Y. (19) birîndar bûn.
Cenazê jin a candayî birin morgê û birîndaran birin nexweşxanên dewletê yên Kanîreşê û Çewlikê da derman bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin