Li bajarê Meletiyê otomobil û pikap serî bi serî li hev ketin: 3 mirî û 4 birîndar

26 October 2024 22:28 0 dîtin
Li bajarê Meletiyê otomobil û pikap serî bi serî li hev ketin: 3 mirî û 4 birîndar

PeyamaKurd – Li bajarê Meletiyê li navça Yeşilyurtê otomobîlekî û pikabekî serî bi serî li hev ketin û di encamê de 3 kes mirin û 4 kes birîndar bûn.

Qeza ber destê êvarê li taxa Yakayê qewimî. Di qezayê de ajotvanên her dû alavan Aydın Kaya, Ahmet Tan û kesê bi navê Muhlis Tuncel mirin û İ.A., M.K., O.K. û A.T. birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê û cendirmeyan birîndaran birin nexweşxanên cuda yên bajarê Meletiyê û cenazan birin morga Tib a Edlî ji bo otopsiyê.