Kamyon û otomobil lihev ketin: 1 mirî û 5 birîndarên giran hene
PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li navça Sêweregê otomobîlekî û kamyonekî serî bi serî lihev ketin, di encamê de kesekî mir û 5 kes jî giran birîndar bûn.
Qeza ber destê êvarê li ser rêya Sêweregê û Wêranşehrê çêbû. Di qezayê de Mücahit Çiçekli, Muhammet Emin Şenateş (20), Yusuf Şenateş (29), Ali Şenateş (23), İsrafil Şenateş (36) û Murat Şenateş (43) birîndar bûn.
Piştî tîmên tenduristiyê çûn ciyê qezayê, mudaxeleya pêş kirin, birîndaran birin nexweşxana dewletê ya Sêweregê. Muhammet Emin Şenateş, li nexweşxanê can da. Cenazê wî ji bo otopsiyê birin Rêxistina Tibî ya Edlî. Jiyana her 5 kesên din di xeterê de ye û ajotvanê kamyonê ji aliyê hêzên cendirmeyan de hat binçavkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin