Otobus û kamyon lihev ketin: 5 mirî 25 birîndar

07 December 2018 23:05 0 dîtin
Otobus û kamyon lihev ketin: 5 mirî 25 birîndar

PeyamaKurd- Li ser rêya Diyarbekir û navçeya Çinarê otobusekî rêwiyan û kamyon lihev ketin û di encamê de 5  kes mirin û 25 kes birîndar bûn. Di nava 25 birîndaran de 5 ji wan birînên wan dijwarin.

Li gor ragihandinê otobus ji paş de li kamyonê xistiye. Di dema qeza çêbû de gelek ambûlans, polis, cendirme û tîmên îtfaiyê sewqî ciyê qezayê hatin kirin. Birîndar ji aliyê ambûlansan ve hatin birin bo nexweşxaneyên Diyarbekir û Çinarê.