3 otobus lihev ketin: 11 mirî, 25 birîndar
PeyamaKurd- Li welatê Meksîkayê, li bajarê Mexico City ê li navçeya Pachucayê li ser rê 3 otobus lihev ketin û qezayekî mezin çêbû. Di qezayê de 11 kes mirin û 25 kes birîndar bûn.
Rêvebirê Parastina sîvîl ya dewleta Meksîkayê Luis Felipe Puente ragihand ku piştî 11 kes mirin, her sê ajotvanên otobusan ji ciyê bûyerê reviyane. Luis Felipe Puente got ku tedawiya her 25 kesan li nexweşxanê dewam dike û li ser qezayê lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin