Li ser rêya Bedlîs-Wanê TIR û otobusa rêwiyan li hev ketin: 2 mirî, 30 birîndar

09 June 2024 10:35 0 dîtin
Li ser rêya Bedlîs-Wanê TIR û otobusa rêwiyan li hev ketin: 2 mirî, 30 birîndar

PeyamaKurd – Li ser rêya Bedlîs û Wanê barhilgirek û otobûsa rêwiyan li hev ketin. Li gorî agahiyên destpêkê, 2 kes mirine, 4 i wan bi giranî 30 kes jî birîndar bûne.

Bûyera trafîkê li ser rêya navbera Wan û Bedlîs a Bakurê Kurdistanê rû da. Otobûseke rêwiyan û barhilgirek li hev ketin.

Piştî qezayê tîmên tenduristiyê û hawarçûnê tevî tîmên cenderme gihîştin cihê bûyerê.

Hat zanîn di bûyerê de ajokarê otobûsê jî di nav de 2 kesan can daye û 30 kes jî birîndar bûne. Brîndar bo nexweşxaneyan hatin veguhestin.