Li Çewlikê xwendevana zankoyê bû goriya qezayê

28 September 2024 23:33 0 dîtin
Li Çewlikê xwendevana zankoyê bû goriya qezayê

PeyamaKurd – Li bajarê Çewlikê (Bingol) xwendevana zankoyê ya bi navê Evin Özel (18) di dema xwest derbasî terefê din yê rê bibe, otomobîlekî lê da.

Bûyer, li ser rêya Çewlik-Mûşê li taxa Sîmanî çêbû. Evin Özel li ciyê xwendevanên keç ya bi navê Pir Ali Bey dima. Dema derbasî aliyê dinê yê rê dibe, erebe lê dixe û li ser birîndarbûna wê tîmên tendurisityê û polîs diçin ciyê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê li ciyê bûyerê mudaxeleyê birînên Evin Özel dikin û paşî bi ambûlansê wê dibin nexweşxana dewletê ya Çewlikê (Bingol). Özel li nexweşxanê dan dide. Polîs ajotvanê otomobîlê xist bin çav.

Xwendevanên bûyerê dîtin li hev kom bûn û bertekê nîşanî bûyerê dan.