Li Bakurê Kurdistanê bandora berfê dewam dike: Rêya Riha-Diyarbekirê vebû

05 February 2023 11:53 0 dîtin
Li Bakurê Kurdistanê bandora berfê dewam dike: Rêya Riha-Diyarbekirê vebû

PeyamaKurd – Li gelek bajarê Bakurê Kurdistanê ji ber barîna berfa zêde û mercên dijwar ên zivistanê bi hezaran rêyên gundewaran hîn jî girtî ne û xebatên vekirina rêyan dewam dike.

Herwiha duh 4ê Sibatê jî ji ber berfa zêde, mij û qeşemê rêya sereke ya navbera bajarê Riha û Diyarbekirê ku otorêyeke sereke ye, ji çûnûhatinê re hatibû girtin.

Hat ragihandin ku rêya navbera Riha-Diyarbekirê îro 5ê Sibatê ji nû ve hatiye vekirin û çûnûhatina otomobîlan destpê kiriye.

Ji duh ve polîsan destûr nedida ku wesayît ji ser navçeya Siwêregê ve ber bi Diyarbekirê ve biçin heta ku rê bi temamî hat vekirin.