Li çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê barîna berfê berdewam dike

13 April 2022 10:28 0 dîtin
Li çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê barîna berfê berdewam dike

PeyamaKurd Li Bakurê Kurdistanê, pêla barîna berfê do êvara Sêşemê 12ê Nîsana 2022ê jî berdewam kir.

Li gor zanyariyan, bi taybetî li parêzgehên Erzerom, Qers, Erdexan û Çewlîgê berf zêdetir bariya. Li wan parêzgehan ji ber berfê di çûn û hatinê de astengî çêbûn.

Herwiha navçeya Kanîreşê ya ser bi parêzgeha Çewlîgê yek ji wan cihan e ku şeva borî herî zêde berf lê bariya.