Li bajarê Wanê di meha çile de 3.288 koçber hatin girtin

02 February 2022 01:27 0 dîtin
Li bajarê Wanê di meha çile de 3.288 koçber hatin girtin

PeyamaKurd – Li bajarê Wanê di meha çile de hêzên asayîşê di operasyonan de 3.288 koçberên biyanî girtin. Bi wan re kesên ku karê qaçaxiya mirovan dikin, 171 organîzator hatin girtin. Parêzgeha Wanê weha got:

“Di meha çile de, di operasyonan de 3.288 koçber û 171 organîzator hatin girtin. Ji organîzatoran 80 kesan şandin zîndanê. 68 alavên ku di operasyonan de hatin girtin, hatin desteserkirin. Ji bo koçberan bişînin welatên wan xebat dewam dikin.”