‘Di dema desthilata AKPê de 47 hezar û 835 kesan xwe kustin’

20 November 2019 12:59 0 dîtin
‘Di dema desthilata AKPê de 47 hezar û 835 kesan xwe kustin’

PeyamaKurd - Serokê Odeya Bijîşkên Enqerê Prof. Dr. Vedat Bulut di civîna çapemeniyê ya derbarê xwekuştinên van rojan de zêde bûne axivî û diyar kir ku di dema desthilata AKPê de 47 hezar û 835 kesan xwe kuştine.

Nûnertiya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger a Tirkiyeyê (DÎSK) a Enqereyê, Platforma Şaxa Konsederasyona Sendîkayên Kedkarên Çemawerî (KESK) ya Enqereyê, Lijneya Koordînasyona Yekitiya Odeyên Endezyar û Mîmar a Tirk (TMMOB) a Enqereyê, Odeya Bijîşkên Enqereyê (ATO), Odeya Jimargir û Şêwirmendê Malî ya Serbest a Enqereyê (ASMMMO) li Yekitiya Mulkiyetan derbarê xwekuştinên ku demên dawî zêdebûn de civîna çapemeniyê lidar xistin.

Serokê Odeya Bijîşkên Enqereyê (ATO) Prof. Dr. Vedat Bulut daxuyaniya hevbeş da û wiha got: “Ji ber polîtîkayên 17 salan ên desthilatdariya AKPê, krîzeke aborî ya kûr tê jiyîn. Di encama polîtîkayên aborî yên desthilatdariyê de, bêkarî, feqirî û barê deynên giran zêdetir dibe. Ji ber vê hêviyên gelek welatiyan ji destên wan tên girtin û ji ber pirsgirêka debarê welatî dawî li jiyana xwe tînin.”

47 hezar û 835 kesan xwe kuştin

Bulut anî ziman ku di 17 salên desthilatdariya AKP’ê de bi giştî 47 hezar û 835 kesan xwe kuştine û wiha domand: “Tê gotin ku rojê 8 kes xwe dikujin. Li Tirkiyeyê, di destpêka salên 2000î de salê 2 hezar kesan xwe dikuştin.. Ev hejmar di sala 2012yan de derket 3 hezarî û di navbera salên 2014 û 2017an de jî ev hejmar derket 9 hezar û 479’an. Tenê di sala 2018’an de bi giştî 3 hezar û 161 kesan xwe kuşt.”

Di kampûsa meclisê de tenê 29 kesan xwe kuştin

Her wiha Bulut destnîşan kir ku desthilatdarî bi van pirsgirêkan welat ber bi zinaran ve dibe û daxuyaniyê wiha bi dawî kir:

“Ji bo ku bûyerên xwekuştinê yên li meclisê bên lêkolînkirin, pêşniyazpirs hat dayîn, lê AKP û MHP’ê ev ev pêşniyaz red kirin. Ji sala 2010an ve di kampûsa meclisê de 29 kesan xwe kuşt. Hewildana veşartina pirsgirêkan vale ye. Di serdema ragihandinê de ev yek ne pêkan e. Heviyên pêşerojê yên welatiyên me têk birin. Di civakê de hesta baweriyê kêm bûye. Êdî baweriya welatiyan bi dewlet û hikûmetê nemaye. Baweriya edalet û dewletê nemaye. Sedema vê jî polîtîkayên AKPê yên perwerdê, tenduristiyê, aboriyê û îstîhdamê ne. Yên ku di qesran de jiyaneke bi şatafat dijîn, bi polîtîkayên israfê gel xizan dikin. Gendelî û xizantî pêş xistiye.”