Di nava salekê de 800 hezar kesan ji AKPê îstîfa kir
PeyamaKurd - AKP di van demen dawiyê de bi nîqaşên navxweyî û îxracan di rojevê de ye. Hat diyarkirin ku di nava salekê de 800 hezar kesan ji AKPê îstîfa kiriye û hejmara endamên partiyê ji 10 milyon û 719 hezar û 234an daketiye 9 milyon û 931 hezar û 103yan.
Nîqaşên navxweyî û hewildana avakirina partiyên din kir ku nêzîkî milyonek kes ji Partiya Dad û Geşpêdanê (AKP) îstîfa bike.
Di sala 2018an de dema Kongreya Asayî ya 6emîn a AKPê hatibû kirin endamên wê partiyê wekî 10 milyon û 719 hezar û 234an hatibû eşkerekirin:
Li gorî zanyariyên Malpera Dadgeha Bilind Yargitayê endamên partiyê daketiye 9 milyon û 931 hezar û 103yan. Bi vê yekê re ji Tebaxa sala 2018an û heya Tîrmeha 2019an nêzîkî milyonek kesî ji AKPê îstîfa kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin