Di erdheja Japonyayê de hejmara miriyan hat eskerekirin
PeyamaKurd – Di erdheja bi lerza 7,6an a ku di roja ewil a salê da li Japonyayê pêk hat hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan derket 30î.
Hejmara erdheja bi lerza 7,6 ku li parêzgeha Ishikawa ya Japonyayê bû sedema hilweşîna bi dehan xanî û şewat, zêde dibe.
Di daxuyaniya ku ji aliyê rayedarên dewletê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku di erdhejê da hejmara miriyan derket 30î. Herwiha hat ragihandin ku li bajarê Wacîma ku wêranî lê zêde bû 15 kes, li Suzuyê 6, li Nanaoyê 5, li Hakûyê kesekî, 2 kes li bajarokê Anamizu û kesekî jî li bajarokê Şika jiyana xwe ji dest dan.
Piştî erdheja dijwar herî kêm 155 erdhej çêbûn, ku li parêzgehên Niigata, Fukui, Toyama û Gifu jî bandor bû. Hate hînbûn ku li Wacîmayê di zêdetirî 200 avahiyan de şewat derket û ji ber girtina rêyan nêzî 500 kes li balafirxaneya bajêr asê man.
Di dema ku hişyariya tsunamiyê ya ku piştî erdheja li welêt îro danê sibê hatibû dayîn hat rakirin, hat ragihandin ku bi hezaran xebatkarên lêgerîn û xilaskirinê yên ku şandin herêma erdhejê, ji ber zirar û girtina rêyan di çûnûhatinê de zehmetî kişandin.
Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê (JMA) ragihand ku duh bi saeta herêmî saet 16.10an de bi lerza 7,6an erdhejek ku navenda wê parêzgeha Işikawa ye pêk hat.
Pêlên tsunamiyê yên ji ber erdheja ku bi kûrahiya 16 kîlometroyan pêk hat, bi dirêjahiya 1 metre û 20 santîmetreyî derket, di xetên trênê û seferên balafiran da qut bûn.
Li gorî JMAyê, ji roja Duşemê û vir ve ku cara yekem erdhej çêbû, zêdetirî 140 erdhejên paşerojê hatine tespîtkirin. Ajansê hişyarî da ku dibe ku di rojên pêş de erdhejên bihêztir çêbibin.
Nobuko Sugimori, 74 salî, ku li bajarê Nanao li Ishikawa dijî, ji Reutersê re got ku wê berê erdhejek wusa nedîtibû.
Fujiko Ueno ê 73 salî diyar kir ku dema erdhej pêk hat nêzî 20 kes ji bo pîrozkirina sersalê li malê bûn, lê bi awayekî mucîzeyî hemû bê zerar derketin û wiha got: "Her tişt di çavgirtin û vekirinekê de qewimî."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin