Di êrîsa DAISê ya Reqayê de endamekî asayîsê can da, 2 jî birîndar bûn

29 December 2022 21:22 0 dîtin
Di êrîsa DAISê ya Reqayê de endamekî asayîsê can da, 2 jî birîndar bûn

PeyamaKurd – Asayîşa Rojavayê Kurdistanê derbarê êrîşa îro 29ê Kanûnê ya terorîstên DAIŞê ya Reqayê li dijî hêzên asayîşa hundirîn daxuyanî da.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Reqayê ragihand ku di êrîşa dijî dewriyeya hêzên wan de endamekî wan can daye û 2 jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Sibeha roja Pêncşemê (29ê Kanûnê) li ser rêya Kerama ya di navbera Reqa û Hesekê de êrîşeke çekdarî li dijî dewriyeya me hate kirin. Di encamê de endamekî me şehîd bû û 2 jî birîndar bûn.”

Di berdewamê de hat diyarkirin ku di dema operasyonên wan ên berdewam li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞê hatiye kirin û bi vê êrîşê re xwestine, hêzên wan mijûl bikin daku şaneyên di nava bajar de karibin birevin.