Di êrîsa DAISê ya ser tabûra 24an de çekdarekî Hesda Seibî hat kustin

10 January 2021 13:26 0 dîtin
Di êrîsa DAISê ya ser tabûra 24an de çekdarekî Hesda Seibî hat kustin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li devera Şareban ya parêzgeha Diyale ya Iraqê, çekdarên DAIŞê êrîşî Tabûra 24an Heşda Şeibî kirin û di çekdarekî Heşda Şeibî kuştin.

Serokê encumena bajarokê Şareban li parêzgeha Diyale, Ednan Mihemed ragihandiye ku doh bi şev li nêzîkî bajarokê Şareban terorîstên DAIŞê êrîşî tabûra 24an a Heşda Şeibî kirin û di wê êrîşê de çekdarekî Heşda Şeibî hat kuştin.

Berdevkê polîsê Diyale Nîhad Mihemed jî êrîş piştrast kir û got, terorîstên DAIŞê piştî êrîşê reviyane.