Di êrîsa DAISê de fermandarekî Iraqê û çekdarekî Hesda Seibî hatin kustin

10 March 2020 21:28 0 dîtin
Di êrîsa DAISê de fermandarekî Iraqê û çekdarekî Hesda Seibî hatin kustin

PeyamKurd – Hat ragihandin ku şeva borî endamên rêxistina terorîst DAIŞê li gundê Elî Seîdunî yê navçeya Xaneqînê ya Diyalayê êrîşî hêzên Iraqê û Heşda Şeibî kirin.

Fermandarê Lîwaya 5 a Pêşmerge Kemal Mihemed derbarê wê êrîşê de daye xuyakirin, şerê di navbera çekdarên DAIŞê û artêşa Iraqî û Heşda Şebî de, 2 saetan dom kiriye û çekdarên DAIŞê piştre paşde vegeriyane.

Kemal Mihemed eşkere kiriye ku di şer de fermandarekî Lîwaya Mixawîr a Artêşa Iraqê yê bi navê Mihemed Hesen û çekdarê Heşda Şebî yê bi navê Mihemed Elî di wê êrîşê de hatine kuştin.

Herwiha hatiye ragihandin ku hin çekdarên Heşda Şeibî jî birîndar bûne, lê derbarê windahiyên DAIŞê de agahî nehatine bidestxistin.