Hêzên piyade yên Artêsa Iraqê çekdarekî DAISê girtin
PeyamaKurd – Hêzên piyade yên Artêşa Iraqê, çekdarekî DAIŞê ku ji çekdarên wîlayeta Cezîre ya DAIŞê bû li Zumarê girtin.
Li gor Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê bi daxuyaniyekê diyar kir, hêzên piyade yên Artêşê, bi zanyariyên hûr ên îstixbaratê li gundê Simûd ê ser bi bajarokê Zumar ê li rojavayê parêzgeha Neynewa çekdarekî DAIŞê desteser kir.
Di berdewamiyê de hat ragihandin, kur û birayekî çekdarê desteserkirî jî, çekdarên DAIŞê bûn, lê birayê wî hatiye kuştin û kurê wî jî hatiye desteserkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin