Kerkûk | Artêsa Iraqê li gelek cihan rastî êrîsa DAISê hat
PeyamaKurd – Li sînorê qeza Daqûq a li sînorê gundeke ser bi nahiyeya Sergeran, terorîstên DAIŞê êrîşî artêşa Iraqê kirin û di encamê de leşkerek birîndar bû.
Li gor Berpirsê Lijneya navçeya Sergeran a PDKê Luqman Elî do diyar kiriye, îşev 6 çekdarên DAIŞê êrîşî ser çepereke artêşa Iraqê ya li sînorê gundê Sartikî ya ser bi nahiyeya Sergeran kirin.
Hat zanîn di destpêkê de, di encama wê êrîşa DAIŞê de leşkerekî artêşa Iraqê birîndar bûye û şer û pevçûn di navbera wan çekdar û leşkerên Iraqê de pêk hatiye.
Luqman Elî daye zanîn: “Kesek birîndar bûye û piştî wê êrîşê çekdarên DAIŞê ber bi cîhekî nediyar ve reviyane.”
Herwiha li aliyê din ve çekdarên DAIŞê nêzîkî gundê Cubxa ya ser bi qeza Daqûqê êrîşî fewca 3 lîwaya 45 a artêşa Iraqê kirin.
Hat ragihandin, di heman demê de dîsa çekdarên DAIŞê êrîşî ser fewca 1, lîwaya 45 a artêşa Iraqê ya nêzîk gundê Tel Biselî ya qeza Daqûqê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin