Iraqê bi êrîseke esmanî fermandarekî DAISê kust

08 October 2024 15:56 0 dîtin
Iraqê bi êrîseke esmanî fermandarekî DAISê kust

PeyamaKurd –   Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqî, îro kuştina fermandarê bi navê DAIŞê ragihand li parêzgeha Selahedînê.

Fermandariyê diyar kir ku piştî ragihandina êrîşên esmanî yên şeva duşemê li parêzgeha Selahedînê ku hucreyeke DAIŞê kir armanc, hêzeke taybet ji hêzên Fermandeya Operasyonên Selahedîn, di nav wan de yekîneyeke keşfê û ya îstixbarata leşkeri jî beşdarî lê kirin.

Heman daxuyaniyê eşkere kir ku hêzên taybet 4 termên çekdarên DAIŞê dîtin ku di encama  êrîşên asmanî de bi temamî ji hev perçe bûne ku yek ji wan jî yê waliyê wan ê Selahadînê, “Ebû Omer El-Qureyşî” ye.

Di heman daxuyaniyê de tê gotin, “3 kemberên teqemeniyê, çekên curbicur, dorbîneke şevê, gelek bombeyên destan, malzemeyên teknîkî yên curbicur ku ji 8 telefonên destan,  pêdiviyên lojîstîk û îdarî yên koma terorîst” hatine desteserkirin.

Êrîşa asmanî di demekê de pêk tê ku civaka navdewletî hişyarî daye hikûmeta federal a Iraqî ku çekdarên DAIŞê ku xwe ji nû ve bi rêk dixin li  naverast û başûrê Iraqê.