Di êrîsên Rûsyayê de 60 hezar ton genim ji nav çû

19 July 2023 18:35 0 dîtin
Di êrîsên Rûsyayê de 60 hezar ton genim ji nav çû

PeyamaKurd - Wezareta Çandiniyê ya Ukraynayê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku di encama êrîşên Rûsyayê yên ser Bendera Odessa û Bendera Çornomorskê de, 60 hezar ton dexlê ku diviyabû bi rêya Deryaya Reş were şandin ji nav çû.

Hatiye diyarkirin ku Artêşa Rûsyayê piştî êrîşên ser Pira Kirimê wekî bersiv êrîş birine ser çend binkeyên pîşesaziya leşkerî û rawestgehên sotemeniyê li Bendera Odessayê ku depoyên dexlê jî bûna armanca wan êrîşan.

Herwiha îro 19ê Tîrmehê agir li binkeyeke rahênana leşkerî ya li nîvgirava Kirimê ketiye û Hakimê Kirimê derbarê şewatê de gotiye, dê 2 hezar û 200 welatî bên tehlîyekirin.

Hakimê Kirimê Sergey Aksyonov diyar kiriye ku di şewatê de, ti qurbanî çênebûne û alîkariya welatiyan tê kirin.